Otomobîl ket bendavê: Ji malbatekê 4 kes mirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Edene Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çokurovayê ya parêzgeha Edeneyê otomobîlek di pirê de ket bendavê û di encamê de dayîk û bavek tevî du zarokên xwe xeniqîn.

Otomobîla ku Veysel Aydogmuş diajot ji kontrolê derket û li hesinên kêleka pira Çatalanê ya li navçeya Çokurova xist.

Otomobî pişt re ket gola bendava Seyhanê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, parastina sivîlan çûn cihê qezayê.

Tîmên binavî dest bi lêgerînê kir û di encama xebata tîman de termê Veysel Aydogmuş, Emine û du lawikên wan ên bi navê Batuhan û Mete ji avê hatin derxistin.

Li gor agahiyan wê malbatê dixwest biçe seyranê û di rê de ew bûyer bi serê wan de hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst