HPGyê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG), nasnameyên 3 gerîlayên ku li herêma Zapê ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku 3 gerîlayan di demên cuda de li herêma Zapê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest da.

HPGyê da zanîn ku nasnameyên sê du gerîlayan bi vî rengî ne:

Zarîn Aran: Navê wê yê fermî Delal Hazal Akil e û ew ji bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Zarîn Aramê 3yê Gulana 2024an li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.

Dilgeş Ednan: Navê wî yê fermî Hemze Muhammed Saqîr e û ew ji bajarê Dêrezorê yê Sûriyeyê ye.

Dilgeş Ednan li 25ê Hezîrana 2024an li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.

Sîdar Serhed: Navê wî yê fermî Metîn Dagci ye û ew ji bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Sîdar Serhed li 4ê Tîrmeha 2024an li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.