Li Meletiyê pevçûna bi kêran: Miriyek û 2 birîndar

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Meletî Meletiya Kevin Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Meletiya Kevin a parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi kêran de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.

Şeva borî li navçeya Meletiya Kevin Baki û Îsmaîl Kaya û E.U. ji ber sedemeke nediyar pev çûn û piştre bi kêran êrişî hevdû kir.

Di êrişê de Baki û Îsmail Kaya ku bav û kur in û kesê sêyemîn E.U. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her 3 kesên birîndar birin nexweşxaneyên parêzgehê.

Lê Bekir Kayayê 24 salî ku ji sînga xwe birîndar bûbû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku kesê bi navê E.U. ku ew jî ji destê xwe birîndar e hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst