Li Silêmaniyê qeza: Bav û kur canê xwe ji dest dan

21-07-2023
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya navçeyên Şarezûr û Seyd Sadiq ên Slêmaniyê du otomobîl lihev qelibîn di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.

Berpirsê Birêveberiya Hatûçûnê yê navçeya Şarezûrê Muxtar Hisên ji Rûdawê re ragihand ku qeza li nêzî gundê Mehmûd Xanê qewimiye.

Hisên da zanîn ku di encama lihevketina du otomobîlan de bav û kur jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha hat ragihandin ku di heman bûyerê 7 kes jî birîndar bûne.

Berpirsê Birêveberiya Hatûçûnê yê navçeya Şarezûrê ragihand ku birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê û derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst