Li Efrînê berhevkirina simaqê dest pê kiriye

21-07-2023
Hisên Omer
Li Efrînê berhevkirina simaqê dest pê kiriye
Li Efrînê berhevkirina simaqê dest pê kiriye
Nîşan Efrîn Berhevkirina Simaqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di germa havînê de berhevkirina simaqî dest pê kiriye.

Darên simaqê li gundê Kûra yê navçeya Raco ya Efrînê ber girtine û êdî dema berhevkirina berhemê ye. Li herêma Efrînê simaq ku berhemeke xweristî ye û li zevî û çiyayan şîn tê di germa havînê de tê berhevkirin.

Li herêma Efrînê, Simaq keresteyeke sereke ye di nav gelek xwarinên nişteciyan de. Ew ne tenê weke xwarin, lê weke derman û çavkaniyeke dahatê jî sûd jê tê wergirtin.

Cangîn Hebeş ji gundê Kûra ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa girîngiya simaqê ji bo Efrîniyan kir.

Cangîn Hebeş dibêje "Simaq yek ji berhemên bajarê me Efrîne, berhemeke kevnare, bi xwe derdikeve, demar ji ber germê belav dibin, Simaq şax dide û germa havînê dema wê ye."

Hebeş ji Rûdawê re got jî, simaqa ku havînê tê berhevkirin, zistanê weke derman tê bikarînan.

Cangîn Hebeş got "Berhmeke xweş e û vîtamînên wê pir in, li nava daran şîn tê, berhemeke zanistî ye, lê erê nebûye, dema mirov serma digire, eger wê bixwe rehet dibe."

Li herêma Efrînê her kîloyek simaqê bi derdora 2 dolan tê firotin. Çavkaniyekê ji herêma Efrînê ji Rûdawê re got, grûpên çekdar û erebên hawirde dest datînin ser biraniya berhema simaqê, û gundiyan jî neçar dikin ku berhemên xwe ji simaqê bi nîvê heq bifiroşin da ku êdî ew simaqê bi bihayê rasteqîne hinardeyî Tirkiyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst