Tirkiyê 4 malbatên koçber ên Sûrî li Girê Sipî bicîh kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di 48 demjimêrên derbasbûyî de, hêzên Tirkiye 4 malbatên koçber ên Sûrî bi zorê dersînor kirin û li navçeya Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê bicîh kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, di 48 demjimêrên derbasbûyî de, hêzên Tirkiye 4 malbatên koçber ên Sûrî bi zorê dersînor kirin û li navçeya Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê bicîh kirin.

Herwiha bi dehan ciwanên Sûrî bêyî malbatên wan ji Trikiye veguhestine navçeyên Girê Sipî, Serê Kaniyê û Efrînê.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), ji destpêka Temûza îsal û heta niha Trikiye zêdeyî hezar koçberên Sûrî bi zorê ji ba xwe deportkirine nav Sûriyê.

Di sala 2019an de Tirkiyê bi hevkariya grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşeke berfireh li dijî navçeyên Serê Saniyê û Girê Spî kiribû û di encama êrîşê de Serê Saniyê û Girê Spî hatibûn dagirkirin û piraniya Kurdên resen ên van herdu navçeyan neçarî koçberiyê bûn.