Rojavayê Kurdistanê: Daketina nirxê lîreya Sûrî nirxê dermanan bilind kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ber daketina nirxê lîreya Sûrî li hember diravên biyanî, nirxê dermanan bilind bûye, ji ber ku gelek derman an jî pêkhateyên çêkirina dermanan bi dolar tên kirîn.

Ji bilî giraniya dermanan niha beşek ji dermanan jî di dermanxaneyên Rojavayê Kurdistanê de kêm peyda dibin, eger peyda jî bibin bi nirxekî bilind tên firotin ên wek dermanên penceşêrê.

Dermansaz Dr. Selah Remo li ser pirsgirêka dermanan anî ziman, “Dermanên biyanî jixwe biha ne, wek mînak bi 5-10 dolarî ye, yên navxwe jî biha ne. Derman bi tevahî kêm in, nayêne peydakirin.”

Li Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, nirxên hin dermanan bi rêjeya 30%, 75%, 90% heta 100%, li gorî corê derman, zêde bûne. Weke mînak, hebên guşara xwînê bi bi 53,400 lîreyên Sûrî, hebên kulbûnê bi 27,000 lîreyên Sûrî, hebên êşa gede 5,000 lîreyên Sûrî, hebên demaran bi 13,000 lîreyên Sûrî û şuruba kuxikê bi 10,000 lîreyên Sûrî ye.

Beriya destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê di Adara 2011an de, Sûriyê piraniya pêwîstiyên bazara navxwe ji dermanan berhem dianî lê niha ji ber cezayên welatên Rojavayî yên li ser Hikûmeta Sûriyê, wêraniya gelek kargehên dermanan ji ber şer û daketina nirxê lîreya Sûrî, Sûriye êdî dikare wek berê dermanan berhem bîne.