Swêd endamên balyozxaneya xwe ji Bexdayê vediguhêze Stockholmê

21-07-2023
RÛDAW
Nîşan Swêd Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyayên Swêdê ragihandine, ku Wezareta Derve ya wî welatî biryar daye ji ber sedemên ewlehiyê balyozxaneya wî welatî ya li Bexdayê bi awayekê demkî bigre û balyozxane li Stockholmê karûbarên xwe pêk bîne.

Beşa Ragihandinê ya Wezareta Derve ya Swêdê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku karmendên balyozxaneya wî welatî ya li Bexdayê bo Stockholmê tên vegerandin û diyar kir, ewlehî ji me re pir giring e, hemû xebatkarên balyozxaneyê gihîştine Swêdê.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström, duh 20ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de êrîşa ser balyozxaneya welatê xwe ya li Bexdayê şermezar kir û ragihand, Tişta qewimî nayê qebûlkirin û hikûmet êrîşan bi tundî şermezar dike.

Duh penaberê Iraqî, Selwan Momîka di bin parastina hêzên polîs de li pêşiya Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê hewl da Quranê, ala Iraqê û wêneyên serkirdeyê şîe yê Iraqî Muqtedar Sedir û Rêberê Îranê Elî Xamineyê bişewitîne, lê piştî bêrêzîkirineke zêde ji şewitandina wan poşman bû û dawî li çalakiya xwe anî.

Berî destpêkirina çalakiyê, weke bertek li hember rêdana hikûmeta Swêdê bo encamdana wê çalakiya bêrêziyê, alîgirên Muqteda Sedir li Bexdayê êrîşî avahiya Balyozxaneya Swêdê kirin û beşek ji balyozxaneyê şewitandin.

Hikûmeta Swêdê li hember wê yekê bertek nîşa da û ragihand, berpirsyariya hikûmeta Iraqê ye ku navendên dîplomatîk û dîplomatan biparêze û êrîş şermezar kir.

Li aliyekî din, piştî ku Selwan Momîka çalakiya xwe pêk anî, Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye Wezareta Derve daku ji Balyoza Swêdê ya li Bexdayê bixwaze ku Iraqê biterikîne.

Iraqê herwiha karbirêkerê Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê jî wek nerazîbûn vegerande welat.

Gelek welatên cîhanê li ser bûyera bêrêziyê ya li beramber Quranê bertek nîşan dan û nerazîbûna xwe anîn ziman. Îran, Siûdiye, Amerîka, Almanya, Tirkiye û hejmarek welatên din şewitandin û bêrêziya li beramber Quranê şermezar kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Matthew Miller duh 20ê Tîrmehê di konferansa rojnamevanî de li ser bûyerê ragihandibû, “Em êrîşa li dijî Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê bi tundî şermezar dikin, Şîdet û binpêkarî li tu derê cihê xwe nîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst