Baroyên Bakurê Kurdistanê topbarana Zaxoyê şermezar kirin

21-07-2022
RÛDAW
Nîşan Zaxo Baroyên Bakurê Kurdistanê Gundê Perex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroyên Bakurê Kurdistanê topbarana roja Çarşemê ya ser seyrangeha gundê Perex a Zaxo ya Duhokê ku 9 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn şermezar kirin û daxwaz kirin ku berpirsyar bên eşkerekirin û cezakirin.

Baroyên Amed, Wan, Sêrt, Riha, Şirnex, Êlih, Çewlig, Dêrsim û Colemêrgê ji bo topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê ku sivîl hatibûn armanckirin, daxuyanî dan.

Di daxuyaniya Baroya Amedê de hat ragihandin, “Li navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê di bombebarana TSKê de sivîlên ku di nav de zarok jî hebûn canê xwe ji dest dan. Weke li Robozikê, hiqûqa mirovatiyê dema mijar dibe Kurd bê qîmet dibe. Em ji malbatên kesên ku canê xwe ji dest dane û ji Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Baroya Amedê dê ji bo diyarkirin û cezakirina berpirsyarên van êrîşên ku sivîlan canê xwe ji dest daye, giliyên pêwîst bike û pêvajoyeke hiqûqî ya bi bandor bişopîne.”

Baroya Wanê jî di daxuyaniya xwe de got, “Em êrîşa dê weke Robozika duyemîn di bîra me de ku mafê jiyanê yê sivîlan bi tundî hat binpêkirin, şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane û ji Herêma Kurdistanê re dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst