Festîvala Dêrsimê hat betalkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Amadekariya Festîvala Çand û Xweza ya Munzurê ragihand ku ji ber biryara qedexekirina beşek çalakiyan ya Parêzgariya Dêrsimê festîvala îsal betal kirine.

Komîteya Amedekar roja Pêncşembê 21ê Temûza 2022ê ragihand ku 20emîn Festîvala Çand û Xweza ya Munzurê ku ji ber Coronayê di salên 2020 û 2021ê de nehatibû çêkirin îsal jî ji ber biryara qedekirinê ya Parêzgariya Dêrsimê li navendê hatiye betalkirin.

Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Ozkan Tatar daxwaz kir ku li navçeyên Pulur, Xozat û Pêrtagê jî festîval bên betalkirin lê şaredariyên navçeyan ragihandin ku ew festîvalên xwe betal nakin û dê wek hatiye plankirin berdewam bikin.

Komîteya Amadekar îro demjimêr 12:30an de li Kolana Hunerê ya parêzgeha Dêrsimê civiyan û ber bi Qada Seyit Riza bi awayekî girseyî meşiyan û derbarê kiryar û biryara qedekirina çalakiyan ya Parêzgarê bajêr nerazîbûna xwe pêşandan.

Parlamenterên HDPê Ayşe Acar Başaran û Alican Onlu, Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu, Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetin û hejmareke berpirsên saziyên sivîl jî beşdar bûn.