Ji 6 zarokên ku ketibûn Gola Wanê 2 jê xeniqîn û 1 jî winda ye

21-07-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 6 zarokên ku bi armanca xwe hênikirinê ketibûn Gola Wanê 2 ji wan xeniqîn û yek ji wan jî  winda ye. Herwiha 3 zarok jî bi hewildanên xwe ji golê derketine û xwe rizgarkirine.

Li gor zanyariyan îro li taxa Emînpaşa ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 6 zarok bi armanca xwe hênikirin û melavanîlkirinê ketin Gola Wanê. Piştî demekê 3 ji wan bi hewlên xwe karîn ji golê derbikevin, lê 3 ji wan jî man di golê de û winda bûn.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez (AFAD), Fermandariya Ewlehiya Peravan  û Şaredariya Wanê çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina hersê zarokên winda dest bi xebatan kirin.

Di encama karûxebatên tîman de termê 2 zarokan ji golê hatin derxistin.

Cenazeyê her du  zarokên ku xeniqîne ji bo karûbarên otopsiyê bo Nexweşxaneya Wanê hatin şandin.

Hat ragihandin ji bo dîtina cenazeyê zarokê mayî jî karûxebat berdewam in.

Bi destpêkirina demsala havînê, bi taybet di van rojên dawî de bi zêdebûna pileyên germayê,  bûyerên xeniqînê li Bakurê Kurdistanê zêde dibin û piraniya kesên ku dixeniqin  zarok in.

Encamên civînê û naveroka wê bi danezaneke nivîskî bi raya giştî re hatin parvekirin.

Li gor ku di wê danezanê de hatiye hemû hevpeymanên NATOyê yên Tirkiye bo hevahengiya Tirkiyê ya ligel rêxistinên terorî hatine vexwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst