Komxebata Tifaqa Kurdistanî li ser topbarana Zaxoyê daxuyaniyek da

21-07-2022
RÛDAW
Nîşan Komxebata Tifaqa Kurdistanî Gundê Perex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komxebata Tifaqa Kurdistanî ya Bakurê Kurdistanê ku ji partî û rêxistinên wek DTK, PÎA, KKP, KDP-T, PARTÎYA AZADÎ, KDP-BAKUR, DBP, DDKD û HDPê pêk tên li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê ya ku 9 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn daxuyaniyek belav kirin.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî îro Pêncşemê bang li Neteweyên Yekbûyî kir û got, “Divê Dîwana Edaletê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê qetlîama Zaxoyê de gav bavêje.”

Komxebata Tifaqa Kurdistanî her wiha anî ziman, “Êşa me giran e, em wek partîyên Kurdisanî vê komkujiya ku li gelê me û hemû mirovahiyê hatiye kirin bi şermezar dikin. Ev êrîş encama dagirkirineke sîstematîk û polîtîkayên qirkirineke hişmendî ye ku bi salan e li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin.”

Piştî topbarana topbarana seyrangeha gundî Perex a Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve gelek alî û rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê bertek nîşan dan û topbaran şermezar kirin.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî Ev komkujî jî wek Roboski, Kuşkonar, Kuşagili, Vartinis, Efrin, Serêkaniyê berdewamkirineke qirkirinê ye li ser gelê Kurd. Li ber çavê cîhanê û bi piranî jî bi piştgiriya dewletên serdest, polîtîkayên kevneperest ên dijminatiyê yên li dijî gelê Kurd heta niha bûne sedema bi sedan qetlîamên bi vî rengî. Mafê jiyan, nasname û hebûna gelê Kurd di vê êrîşê de ye. Lê belê weke ku di êrîşa dawî de jî hate dîtin, israra di dagirkerî û şer de aramiya herêmê xirab dike û dibe sedema qetilkirina sivîlan. Bûyereke pir balkêş e ku Komkujiya Zaxoyê piştî hevdîtina bi Îranê re ya ku li ser hewldanên dagirkirina Rojava pêk hatibû û bûbû mijara danûstendinan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst