Nêçîrvan Barzanî û Kyriakos Mitsotakis peywendiyên dualî gotûbêj kirin

21-07-2021
RÛDAW
Nîşan Kyriakos Mitsotakis Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Yunanê peywendiyên dualî gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Yunanê di her warî de kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Yunanê Kyriakos Mitsotakis îro, 21/07/2021, peywendiyeke telefonî encam dan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê peywendiya telefonî de Nêçîrvan Barzanî û Kyriakos Mitsotakis,  peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Yunanê guftûgo kirin û “her du aliyan xwesteka xwe ya ji bo pêşxistina warên peywendiyan, hevbeşî û alîkariya du alî dûpat kirin.”

Her li gor wê daxuyaniyê,  Serokwezîrê Yunanê “daxwaza lêborînê kir ku serdana çaverêkirî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê hat paşxistin û xwesta xwe ya ji bo encamdana serdanê di demeke guncaw ya paşerojê de nîşan da.”

Herwiha pêşhatên dawî yên belavbûna pejika virusa Corona, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend babetên din ên ji bo her du aliyan girîng û hevbeş, mijarên din ên peywendiya telefonî ya Nêçîrvan Barzanî û Kyriakos Mitsotakis bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst