Aldar Xelîl: Em ji bo diyalogê amade ne

21-07-2021
RÛDAW
Aldar Xelîl dibêje rêya herî baş a çareseriyê diyalog e
Aldar Xelîl dibêje rêya herî baş a çareseriyê diyalog e
Nîşan Aldar Xelîl Rojavayê Kurdistanê PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl rexne li daxuyaniyên Serokê Sûriyê Beşar Esed ên derbarê desthilatdariya Rêveberiya Xweser de  û rojhilatê girtin û got: “Gotara Esed tund bû û wî behsa çareseriyê ji bo pirsgirêkên Sûriyê nekir.” Adlar Xelîl herwiha got ku dîsa tekez dikin ku rêya herî baş ji bo çareseriyê diyalog û danûstandin e.

Berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bersiva daxuyaniyên Serokê Sûriyê Beşar Esed ên derbarê Rêveberiya Xweser de dan.

Di ahengekê de ku bi hilkefta nehemîn salvegera, ku PYD navê "Şoreşa Rojava" lê dike, Aldar Xelîl, rexne li daxuyaniyên Esed girtin, lê tekiz jî kir ku ew hêj ji bo diyalogê li gel hikûmeta Sûriyê amade ne.

Serkirdeyê PYD Aldar Xelîl got: “Bi rastî me çaverê dikir ji serok Esed ku hin helwestan ragihîne ku pirsgirêk û mijaran çareser bike û hewl bide ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî li hev bicivîne, ji bo vedîtina çareseriyekê ji bo kirîza Sûriyê bi şêweyekî giştî, lê mixabin wî behsa çareseriyê nekir, herwiha gotara wî tund bû. Lê tevî,  em hişvekirî ne ji bo diyalogê û em hêvî dikin ku em ji bo wan wesifdanên ne layiq neyên rakişandin. Berevajiyê vê yekê bi temamî, tişta herî girîng ew e ku siberoja Sûriyê û siberoja gelên Sûriyê girêdayî cidiyeta nêzîkbûna ji çareseriyê ye, ji rastiya ku heye.”

Aldar Xelîl bal kişan li ser girîngiya diyalogê û got: “Lewma çareseriya herî baş ku pişt pê were girêdan ew e ku li şûna daxuyaniyên tund, em berê xwe bidin diyalog û danûstandinê û em li ser projeyeke demokratîk li hev bikin ku yekîtiya sûriyê biparêze û rastiya heye biparêze, ku Sûriye rastî dabeşbûnê neyê."

Beşdarên vê ahengê ku çendîn gotar tê de hatin pêşkêş kirin, daxwaz û omêdiyên xwe anîn ziman.

Welatiyekî jî got: “Em dixwazin wek gelê Kurd bigihêjin mafê yên rewa. 4 milyon Kurdên li Sûriyê dijîn wek Kurd bê maf in.”

Di dema sondxwarina yasayî de, wekî serokê Sûriyê bo xoleke nû ji 7 salan, Beşar Esed bi tundî êrîşî hêzên HSDê kiribû, bêyî ku ew wan hêzan rasterast binav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst