Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê çêkirina dîwar berdewam e

21-07-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo rêgirtina li ber derbasbûnên neyasayî û qaçaxcîtî çêkirina dîwarê moduler berdewam e.

Li gor zanyariyên qeymeqamê navçeya Ebexê Çaldiranê Yusuf Durani Dinç xebatên dîwarê moduler û bircan ji navçeya çaldiranê ser bi Wanê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dest pê dike û heya xeta navçeya Bazîdê ser bi Agirî û navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemergê dirêj diçe.

Di xebatên çêkirina dîwar de heya niha bi qasî 3 kîlometreyan hatiye temamkirin, 110 kîlometre xendek hatiye kolandin û 76 monoblok û bircên legoyê hatine avakirin.

Xebatên dîwarê moduler û bircan ji navçeya Ebexê  ya Wanê li ser sînorê Rojhilatê dest pê dike û heya xeta navçeya Bazîd a Agiriyê û Gevera navçeya Colemêrgê dirêj diçe.

Kompaniyên ku dîwar çêdikin santralên betonê ava kirine û bi blokên betonên ên ku 3 metre bilind, 2 metre û 80 santêmetre fireh û 7 ton giran in bi saya makîneyên kar li ser zemîna hatiye amadekirin dîwar lêdikin.

Dîwarê li ser sînorê navçeyê dê li ser xeteke 63 kîlometre bê çêkirin ku heya niha montaja beşa 3 kîlometreyî hatiye temamkirin.

Ji xeynî dîwarê ewlehiyê xebatên kolana xendekan jî didome. 110 kîlometre xendek hatiye kolandin û 76 monoblok û bircên legoyê hatine avakirin. Wek mayîn xebatên çêkirina 103 bircên elektro optîk jî berdewam dikin.

Qaymeqamê Çaldiranê Yusuf Duranî Dinç îdîa kir ku piştî temamkirina dîwaran dê ewlekariya sînor di bin kontrolê de be.

Dinç tekez kir ku ew nahêlin kesên ku ji ber şerê navxweyî û zehmetiyên aborî yên li welatê wan dem bi dem, derbasî bibin û got: "Koçberiya neyasayî hem ji ber aloziya navxweyî ya li Efxanistanê û hem jî nearamiya hin welatan dem bi dem li welatê me diyar dibe. Bi taybetî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, ji bo ewlehiyê hewlek pir dijwar dide. Em jî di vî warî de bi tevahî bi biryar in. Em li dijî koçberên ku hewl didin têkevin nav sînorê me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst