Suleyman Soylu: Gelek nemaye em bi meş biçin Iraq û Sûriyê

21-07-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Suleyman Soylu Iraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ragihand, ew roj ne dûr in ku ji Tirkiyê ve bimeşin û biçin Iraq û Sûriyê.

Suleyman Soylu doh Sêşemê 20ê Tîrmeha 2021, bi helkefta cejna qurbanê li gel Cîgirê Wezîrê Navxwe Mehmet Ersoy û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arif Çetîn serdana parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kir û li Meydana Cumhuriyet a bajarê Şirnexê beşdarî di merasimeke pîrozbahiya cejnê de kir.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Soylu di merasimê de axiviye û ragihandiye, wan kariye di van salên dawiyê de gelek navçe û deverên li Bakurê Kurdistanê arma û ewle bikin û diyar kir, welatî niha dikarin ji Şirnexê heta Sefîneyê bigerin, ji Kato heta Besta û ji Cûdî heta Gabarê jî hatine ewlekirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê daye xuyakirin, dabînkirina aramiyê li Sûriyê, Iraq, Lîbya, Efxanistan û welatên din ên Rojhilata Navîn, berpirsyariya ser milê Tirkiyê ye.

Suleyman Soylu di axavtina xwe de gotina, “em dê bibînin, ev hêj destpêk e” bikar aniye û destnîşan kiriye, “Bê xem bin, Xwedê dê wan rojan nîşanî me û we jî bide. Rojên ku em ji vir heya Iraqê bimeşin, biçin Sûriyê, bi hev re silav li birayên xwe yên li Lîbyayê bikin, û dema ku tevahiya erdnîgariyê, ji Filistînê heya Efxanistanê, dikare ji hemî cîhanê re behsa şaristaniya xwe ya mirovahiyê bike, ne dûr e, bi îzna Xwedê.”

Gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di demekê de ye, ku artêşa wî welatî di nav axa Iraqê û navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, bêyî rêpêdan û hemahengiyê operasyonên leşkerî pêk tîne, ku ya herî dawî ji Nîsana îsal ve destpê kiriye û heta niha berdewam e. Tirkiye herwiha çendîn binke û xelên serbazî jî di nav axa Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê de danîne.

Li aliyekî din, Tirkiyê di nav axa Sûriyê de jî destwerdana serbazî kiriye û hêzên wê li parêzgeha Idlib, herêma Efrîn, û bajarên Bab, Cerablus, Izaz, Girê Spî û Serê Kaniyê hene.

Herdu hikûmetên Iraq û Sûriyê heta niha ti bertek û helsêteke femrî li ser gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê nîşan nedane.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê herwiha doh tevî şandeke pê re derbasî nav axa Sûriyê bûbû û serdana bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û bajarê Izazê yê li bakurê Helebê û ser sînorê Sûriye-Tirkiyê kiribû. Suleyman Soylu li wê derê bi erênî behsa siyaseta Tirkiyê ya li navçeyê û cîhanê kiribû û siyaseta welatên rojavayî jî rexne kiribû û ew weke “alîgirên neheqî û xirbaiyê” bi nav kiribûn.

Soylu gotibû, “Em hemû Karabaxê nas dikin, xirabî li wir serdest nebû. Em bi komkujiyên li Srebrenica, li navenda Balkanê, li ber çavên hemû cîhanê dizanin. Enî û banê West wekî xalek reş hatibû nivîsandin. Ew wek lekeyeke reş li ser eniya weltên rojavayî hat nivîsandin. Em Lîbya, Filistîn nas dikin. Wusa dixuye ku em li kêleka heqê (rastiyê) ne, ew jî li aliyê batil (çewt) in. Em li kêleka qenciyê ne û ew jî li aliyê xerabiyê ne. ”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst