Galeriya wêneyan

21-07-2020
11 Photos
RÛDAW

Parêzgeha Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê yek ji navçeyên çiyayî yên Kurdistanê ye, ku gelek çiyayên bilind lê hene û sirûşteke bêhempa ya wê heye.

Li bintarên çiyayan û bilindahiyên sînorê parêzgeha Colemêrgê, çendîn cor ajelên weke bizin, hirç, rêwî, gurg, kerwîşk û çendîn corên teyran wek kew dijîn.

Her ji destpêka biharê ve heta berî sarbûna hewayê û demsala zivistanê, ji bajar û bajarokên din ên Bakurê Kurdistanê gelek kes serdana deşt û zozan û navçeyên çiyayî yên parêzgeha Colemêrgê dikin.

Rêveberê Parastina Jîngehê û Baxên Giştî yên Colemêrgê, Necmedîn Yilmaz besha zêdebûne hejmara ajelên çiyayî li sînorê wê aprêzgehê dike û dibêje: “Li gel lêkolerên Zanîngeha Hekarî, em lêkolînê li ser corên canliberên navçeyê dikin. Di vê çarçoveyê de em li hemû cihên parêzgeha xwe digerin û navê wan ajelan tomar dikin ku nû hatine navçeyê, lê belê bizinên çiyayî bi awayekê berfireh tên dîtin.”

Yilmaz herwiha diyar dike, li gor salên berê, hejmara berazan, kew, kerwîşk, rêwî û hirçan jî li herêmê zêde bûye.