Hevserokê Şaredariya Êlihê hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ku qeyum li cihê wî hatiye danîn, ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hat desteserkirin.
Hevserokê Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr ê li şûna qeyûm hatibû danîn îro hat desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyên Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, Mehmet Demîr piştî ji avahiya HDPî derket hat desteserkirin û bo Rêveberiya Ewlekariya Êlihê hate şandin.
Hat diyarkirin di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCDê de ew hatiye destesekirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 23ê Adara 2020an de li şûna Mehmet Demîr qeyûm danibû.