Hevserokê Şaredariya Êlihê hat desteserkirin

22-07-2020
RÛDAW
Nîşan Mehmet Demîr HDP Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ku qeyum li cihê wî hatiye danîn, ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Hevserokê Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr ê li şûna qeyûm hatibû danîn îro hat desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna  ji aliyên Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, Mehmet Demîr   piştî ji avahiya HDPî derket hat desteserkirin û bo Rêveberiya Ewlekariya Êlihê hate şandin.

Hat diyarkirin di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCDê de ew hatiye destesekirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê  di 23ê Adara 2020an de li şûna Mehmet Demîr qeyûm danibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst