Apê Daliya Muslim: Em Herêma Kurdistanê tohmetbar nakin

21-07-2020
RÛDAW
Apê Daliya Mehmûd Muslim dibêje ti sûcê Herêma Kurdistanê di girtina keça wan de nîne
Apê Daliya Mehmûd Muslim dibêje ti sûcê Herêma Kurdistanê di girtina keça wan de nîne
Nîşan Daliya Mehmûd Muslim YPJ Biraziya Salih Muslim Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Apê Daliya Mehmûd Muslim ê bi navê Muslim Muslim ragihand ku ti sûcê Herêma Kurdistanê di girtina keça wan de nîne û ew Herêma Kurdistanê tohmebar nakin, lê daxwazê ji herêmê dikin ku eger derfet hebe lêkolînê derbarê “girtina Daliya” de bikin. Herwiha birayê heverokê berê yê PYDê Salih Muslim, Bavê Kalê ji got ku di derbarê bûyera Daliya de, Salih Muslim ti daxuyanî nedane.

Biraziya Salih Muslim, Daliya Mehmûd Muslim ku piştî bi qaçaxî ji Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyê dibe, li bajarê Mêrsinê dikeve destê asayişê. Apê Daliyayê, Muslim Muslim beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî iddiayên derbarê biraziya xwe de axivî.

Muslim Muslim da zanîn ku biraziya wî ti caran şervana PKKê nebûye û ew şervana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bûye û pêştir 6 mehan hate Herêma Kurdistanê.

Muslim diyar kir ku biraziya wî heta li Herêma Kurdistanê bûye peywendiya wan ligel wê hebûye, lê piştre ti peywendiya wan bi wê re nemaye.

Bi gotina Muslim wan weke malbat tenê yek daxuyanî derbarê Daliya de dane û wan qet Hikûmeta Herêma Kurdistanê di giritna keça xwe de tohmetbar nekiriye û ti peywendiyên wan bi gotegoyên li ser medyaya civakî û hinek dezgehên medyayî de belav bûye nîne.

Muslim Muslim dibêje tenê yek daxwazan wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, eger derfeta wan hebe “derbarê girtina Daliya de” lêkolînê bikin.

Li ser heman mijarê birayê heverokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, Bavê Kalê ji Rûdawê re got ku di derbarê bûyera Daliya de, Salih Muslim ti daxuyanî nedane.

Weke tê zanîn li ser medyaya civakî û hinek dezgehên medyayê hatibû belav kirin ku Daliya Mehmûd Muslim ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve radestî Tirkiyê hate kirin, lê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê duh bi daxuyaniyekê ew îdia red kiribûn û têde ragihandibû: “Ev nûçe ti bingeheke wê nîne, belku hewleke xapînokî ye bo veşartina rastiya mijarê.”

Wezareta Navxwe herwiha derbarê hatina Daliya Mehmûd Muslim bo Herêma Kurdistanê û paşê çûna wê bo Tirkiyê zanyariyan dabû û diyar kiribû: “Daliya Mehmûd Muslim naskirî bi Viyan Şervan, piştî ku ji hêzên YPJê vediqete, li gel çekdarekî din ê xelkê Bedlîs a Bakurê Kurdistanê yê bi navê Selam Remezan Mihemed naskirî bi Tolhildan ku di nava refên YPGê de bûye, peywendiyek evîndarî çê dikin û herdu bi hev re biryara destberdanê didin û direvin. Remezan di roja 9-7-2020 bi dilê xwe vedigere Tirkiyê û paşê jî Daliya Mehmûd Salih ji bo ku têkiliyê bi Selam re bike, di roja 14-7-2020 de bi qaçaxî diçe Tirkiyê û piştre li bajarê Mêrsînê xwe radestî polîsê Tirkiyê dike. Lewma bi ti awayekê peywendiya Herêma Kurdistanê bi vê mijarê ve nîne.”

Di beşeke daxuyaniyê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê gotibû: “Dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku amadeyiya temam a xwe bo lêkolînê nîşan didin, Herêma Kurdistanê dê hertim weke penageheke aram bo wan kesan bimîne, ku berê xwe didin wê û ew hewlên xapînokî jî ti bandora wan li ser helwêsta wê ya neguher nabe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst