Sefîn Dizeyî bû Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Kurdistanê

21-07-2019
RÛDAW
Nîşan Sefîn Dizeyî Hikûmet Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sefîn Dizeyî ku di hikûmeta pêştir de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ekî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.

 

Sefîn Dizeyî li şûna Felah Mistefa bû Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê.

 

Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihand: “Îro ev guhertin hatiye kirin û Sefîn Dizeyî wek Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.”

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, Felah Mistefa di Serokatiya Herêma Kurdistanê de postekê werdigre.

 

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di meha Îlona sala 2006an de hatiye damezrandin û ji destpêkê ve heya niha Felah Mistefa berpirsê wê fermangeha giring a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

 

Bi hewldanên vê fermangeh, heta niha 14 nûneratiyên Herêma Kurdistanê li welatên cîhanê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst