Li nêzîkê Merîwan şer derket: 11 pasdarên Îranê hatin kuştin

21-07-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Merîwan Sine Supaya Pasdaran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Ewlekarî û Întîzamî ya parêzgeha Sine Reza Mîrzayî ragihand ku li nêzîkê Merîwan di pevçûnekê de 11 endamên xwecihî yên Supaya Pasdaran hatine kuştin û 8ê din jî birîndar bûne. Biryargeha Hemze ya Supaya Pasdaran jî ragihand ku depoyeke çek û teqemenî hatiye teqandin.

 

Pevçûn vê sibê Şemiyê li nêzîkê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê çêbûye û heta niha ti rêxistineke berpirsyariya wê li xwe negirtiye.

 

Reza Mîrzayî jî dibêje, ji kuştiyan 8 kes xelkê Merîwan in û 3 kesên din jî xelkê bajarê Qurwe ne. Mîrzayî da zanîn ku dê piştre zanyariyên zêdetir derbarê bûyerê de belav bikin.

 

Fermandariya Pêşmergeyên Kurdistanê ser bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihandiye ku şer di navbera hêzeke şoreşger û Pasdarên Îranê de li nêzîkê gundên Derkê û Nişkaş derketiye.

 

Di van rojên dawî de du caran şer û pevçûn di navbera hêzên Supaya Pasdaran û gerîlayên PJAKê de li nêzîkê Merîwan û Pawe de derketine. Di wan şeran de 4 gerîlayan canê xwe ji dest dabûn. Herwiha çend endamên Supaya Pasdaran jî hatibûn kuştin.

 

Di demên borî de li navçeya Merîwan şer di navbera Hêzên Pêşmerge yên ser Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Pasdaran de jî derketibû. Herwiha li çend cihên Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên HDKê û Pasdarên Îranê de derketibû.

 

Ji aliyê din ve jî Biryargeha Hemze ya Supaya Pasdaran jî ragihand ku şevê din (20-07-2018) "di êrişeke terorîstên dijî şoreşa îslamî ya bi ser binkeya navendî ya Biryargeha Hemze de depoyeke çek û teqemenî teqiyaye û 10 pasdar hatine kuştin".


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst