YRKê êrişa li dijî Supaya Pasdarên Îranê girt ser xwe

Hewlêr (Rûdaw)-- Di şer û pevçûnekê de li navçeya sînorî li nîzîkî bajarê Merîwanê, 11 endamên xwechî yên Supaya Pasdarên Îranê hatin kuştin û 8ên din jî brîndar bûn. Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyanikê berpirsyartiya çalakiya li Merîwanê girt ser xwe.

 

Berpirsên parêzgeha Sineyê  û bajarê Merîwanê dibêjn, êrîş ji aliyê PJAKê ve hatîye encam dan. Qaymeqamî merîwanê got, di destipêkî de enbara teqemenyê ya bingeha Supaya Pasdaran hatiye teqandin û 11 kes ji endamên Supaya Pasdaran hatine kuştin û 8 jî brîndar bûne. Herweha hejmareke endamên grûpa êrişker jî hatne canê xwe ji dest dane.


Rêveberê Emnî û Întzamî yê Parêzgeha Sineyê Reza Mîrzayî jî diyar kir ku ji ber çiyayîbûna wê navçeyê, amarek ji kuştî û brîndanên PJAKî di ber destê wan de nîne.


Pevçûn seet 3ê serê sbeha îro şemyê li bingeha sînorî ya Supaya Pasdaran li nêzkî gundên Derê û Nişkaş yên Merîwanê bûye û berpirsên supaya pasdaran dibêjn, bi sedema teqîna enbara teqemenyê hejmara kuştiyên wan zêde bûne.


Qaymeqamê Merîwanê Mihemed Şefiî dibêje, di şerê îro de, her 11 kesên ku hatne kuştin, endamên Kurd ên Supaya Pasdaran in. Ew ke:  Mêhrab Ebdî, Qanî Kerem Weyse, Ferzad Rehîmî, Îîbrahîm Hezretî, Ebdullrehman Xaldî, Îrec Rehîmî, Aram Feyzî, Şadman Muradî, Burhan Muînpûr, Talib mMhmûdî û Areş Rezayî.


Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyanikê berpirsyartiya çalakiya li Merîwanê girt ser xwe û ragihand ku di çalakiyê de 20 pasdar hatine kuştin.


Di daxuyaniyê de YRKê de wiha hate gotin: "Şevê din di çalakiyekî li dijî baragehekî leşkerî ya emnî ya Supayên Pasdaran a li Merîwanê de 20 pasdar hatin kuştin."


Herwiha Berpirsê Peywendiyên PJAKê Amed Şaho jî got hêzên YRKê wek tolhildanekî ew êriş pêk anîne.


Amed Şaho raghandye ku gerîlayên wan wek tola “şehdîkirna 4 gerîlayan û terorkirna çalakvanê PJAKê Îqbal Muradî” ew êrêş encam dane.


Qerargeha hemze ya ser bi Supaya Pasdaran jî gefa tolhildanê li PJAKê dike û dbêje, li bendê bin ku ewê derbeke gran li wan bdin.