Li Akrê krîza avê heye

Akrê (Rûdaw) – Niha li gelek bajarên Herêm Kurdistanê pirsgirêka avê heye. Li bajarê Akrê û gundên derdûra wê jî av kêm bûye. Berpirên vî navçeyî dibêjin, projeyekî mezin a avê li Akrê, bi sedema kirîza darayî rawestiyaye. Herwiha diyar dikin, eger hikûmet pereyan xerc neke dê di demeke nêzîk de Akrê bikeve nava krîzeke mezin a bê avî yê.

 

Xelan yek ji gundên devera Akrê ye, ku ser bi nahyeya Bicêle ve ye û her ji kevin de li vî gundi aşîreşya avê heye. Lewma dengê nerazîbunê bilind bûye û nîştecihên gund daxaza çareseriyê dikin.

 

Hemwelatiyê bi navê Yasîn Sedîq dibêje: “Ava me kêm e û têra me nake. Gund mezin bûye û av nîne. Vêca her roj şerê avê çêdibe. Hêviya me ji hikûmete ew e, çareyekê ji ava me re bibîne.”

 

Projeya stratejîk a ava Akrê, di Cotmeha 2012ê dest bi kar bûye. Heta niha ji sedî 45ê vê projeyê hatiye temamkirin lê ji ber nebûna pere, karûbarên vê projeyê sekinîne.

 

Endazyar Hewar Mihemed diyar dike: “Divê alîkariya kompanyaya vê projeyê çêdike, were kirin. Ji ber ku derengketina kar bandorê li beşên hatine çêkirin jî dike. Eger wiha berdewam bike, dubare destpêkirina projeyê dê kojmeyeke zêdetir pareyan bixwaze. Zirarên mezin dê bigihin projeyê.”  

 

Ev proje li ser rûbarê Zê hatiye danan û bi dirêjahiya 114 kîlometreyan dê av were belavkirin. Ev proje dikare di demjimêrekî de 3 hezar metre sêcar avê palbide.

 

Rojane gazindên hemwelatiyan digihin cem Qaymiqamiya Akrê. Li vî navçeyê her roj bi tankêran avê vediguhezin 33 gundan.

 

Qaymiqamê Akrê Mazin Mihemed jî dibêje: “Me ev pêşniyar bi rêya Civata Parêzgeha Duhokê ji Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê re şandiye. Niha li Akrê pirsgirêkeke mezin a avê heye.”

 

Akrê yek ji navçeyên Duhokê ye û hejmara nîştecihên wî nêzîkî 160 hezar kes in. Piştî bidawîbûna vê projeyê dê 100 hezar kes jê sûdê werbigrin.