Rêvebira Zanîngeha Dicleyê hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan – Li Amedê Rêvebira (rektor) Zanîngeha Dicleyê Porf. Dr. Ayşegul Jale Saraç hat desteserkirin.


Piştî hewldana darbeya leşkerî ya Tirkiyê li gelek zanîngehên Tirkiyê di derbarê akademîsyen û hîndekaran de lêpirsin hatine destpêkirin û gelek jî ji peywîrê hatine dûrxistin.


Rêvebira Zanîngeha Dicleyê Porf. Dr. Ayşegul Jale Saraç li kampûsa zankoyê ji aliyê polîsan ve hat girtin.


Polîsan li avahiya zanîngehê destpê lêgerînê kiriye û heta niha dest danîne li ser çend belgeyan.