Xirwatistan: Heta guleya dawî emê şerê DAIŞê bikin

21-07-2015
RÛDAW
Xirwatistan
Xirwatistan
A+ A-

Xirwatistan (Rûdaw)- Wezîrê Berevaiyê yê Xirwatistanê Entî Kotiromanovich ragihand ku, welatê wî bi hemû awayî alîkariya Hêzên Pêşmerge dike. Herwiha da zanîn ku, ewê heta guleya dawî şerê DAIŞê bikin.

Kotiromanovich pêşwazî li Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa kir û herdu aliyan behsa rewşa Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê kirin.

Entî Kotiromanovich ji Rûdawê re ragihand: “Di şerê li dijî DAIŞê de, em bi hemû awayekî li ser alîkarî û hevkariya Hêzên Pêşmerge berdewam in heta ku di vî şerî de serkefin.”

Kotiromanovich wiha got: “Heta guleya dawî ji şerê li dijî DAIŞê, em ji hevpeymaniya navdewletî venakişin. Xirwatistan şerê Pêşmerge fêm dike. Ev demeke dirêj e ku em ligel hevpeymanê alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin. Em dixdazin hevpeymaniyê Pêşmerge bin.”

Xirwatistan di destpêka pêwendiyên xwe yên siyasî û candî de ye ligel Başûrê Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihand: “Me ji Hikûmeta Xirwatistanê re behsa wê yekê kir ku pêwîstiya Pêşmerge bi alîkariyên zêdetir heye. Me behsa çek, teqemenî û perwerdeya Hêzên Pêşmerge kir. Herwiha Xirwatistanê piştevaniya xwe ya siyasî û mirovî jî bo Herêma Kurdistanê tekez kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst