Civîna awarte ya HDPê li ser teqîna Pirsûsê dest pê kir

 

Enqere (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîneke awarte li ser teqîna Pirsûsê li dar xist. Hevserokê HDPê Demîrtaş jî ragihand, hejmara miriyên teqînê gihîşt 32.

 

Bîstekê beriya niha rêveberiya HDPê dest bi civîneke awarte li ser teqîna duh a bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê kir.

 

Beriya civînê, Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş daxuyanî da rojnamevanan û ragihand, li gorî agahiyan hejmara miriyên bûyerê gihîşt 32.

 

Demîrtaş rojname û çapemeniya nêzîkî hikûmetê, ku li Tirkiyê wek “medyaya hewzê” tê nasîn, jî rexne kir û got, medyaya hewzê gotinên min ên li ser girtina tedbîrên ewlehiyê li gorî xwe şirove kirine.

 

Hevserokê HDPê diyar kir ku ew nûçe û şirove bi qasî êşa teqînê, bi êş e û got, ew bi zihniyeta DAIŞê kar dikin lê ew çi bikin emê bi ser bikevin.

 

Civîna HDPê heta niha jî didome.