Rojavayê Kurdistan - Internetê bandor li zarokan kiriye

 

Qamîşlo (Rûdaw) – Li gel pêşketinên ku li Rojavayê Kurdistanê çê dibin, li bajarê Qamîşlo bi kar anîna internetê rojane zêdetir dibe, lê wê yekê bandor li ser jiyana zarokan û malbatan kiriye.

 

Li bajarê Qamîşlo mifawergitin ji tora internetê roj bi roj zêdetir dibe. Di wan demên dawî de gelek zarokên di temenê bin 18 saliyê de berê xwe didin kafînêtan û bi rengekî nediyar û dûr ji çavdêriya mezinan internetê bi kar tînin û dibe ku ew yek bandorek xirab li ser wan zarokan çê bike.

 

Osama yek ji wan zarokan e ku berê xwe didin kafînêtan û bê agahdariya dayik û bavê xwe serdana malperên li ser internetê dike.

 

Osame temenî wî 10 sale û xwedî mobayl e û di riya mobayla xwe de dikeve internêtê.

 

Dayik û bavên zarokan dibêjin, ew ne li dijî pêşketine û şopandina nûjeniyê ne, lê gerek zarokên wan di bin kontrola wan de mifayê ji tora internê bi kar bînin.

 

Xwediyê kafînetekê li Bajarê Qamîşlo, Ismal Berekat dibêje, pêwîst e dayik û bavên zarokên di temenê bin 18 saliyê de agahdarî zarokên xwe bin û nehêlin ew malperên xirab ên li ser internetê bi kar bînin, ji ber ku ew berpirsyarê wan zarokan in.