Simkoyê Şikak: 85 sal berê şehîd bû

21-07-2015
Eskender Ceiferî
Simkoyê Şikak
Simkoyê Şikak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Simayîl axayê şikak naskirî bi simkoyê şikak, 85 sal beriya niha li bajarê Şinoyê li Rojhlatê Kurdistanê ji aliyê hêzên şahê Îranê ve hat şehîdkrin.

 

Simko karîbû di şoreşa xwe de ku bo dema 25 salan dom kir, nêzîkî %50ê ji axa Rojhlatê Kurdistanê kontrol bike. Ew weke bavê nasyonalîzma kurdî jî tê binavkirin.

 

Di dema bihzêiya serhildana Simkoyê Şikak de, hejmara şervanên wî gihîştibû 20 hezar şervanî. Simko ji bilî kontrolkirina bakûr û başûrê Gola Ormiyê, dixwast deverên din ên Rojhialtê Kurdistanê ên wek Sine û Kirmaşanê jî kontrol bike û dewleta Kurdistanê pêk bîne.

Di dema desthilatdariya xwe de, govar û rojname bi zimanê kurdî bi taybet li bajarê Ormiyê hatin derxistin. Li bajarê Xoy li bakûrê Gola Ormiyê jî Simko bi alîkariya malbata Bedrixaniyan, Komeleya Cîhanbînî vekir û bi pereyê hikûmeta xwandekarên kurd danîn ber xwandina modern û ew fêrî zimanê fransî, rûsî û tirkî dikirin.

 

Simko di dema şoreşa xwe de daxwaza ji dewleta wê demê ya Rûsyayê kir, ku alîkariya wî û şoreşa Kurdan bike û ew jî dê li dijî Osmaniyan alîkariya wan bike, lê rûsan ew yek red kirin.

 

Herwiha li gelek navçe û bajarên di  bin desthilatdariya wî de têla telegrafê bo hêsankarî di pêwendîkirinê de hatibû danîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst