Grûbên çekdar li Girê Sipî êrîşî malên kurdan dikin

Hewlêr (Rûdaw)- Piştî Serê Kaniyê û Girkê Legê, şerê di navbera YPGê û çekdarên grûbên tundrew de gihaye devera Girê Sipî li ser sînorê Tirkiyê.

Endamê Encûmena herêmî li Girê Sipî, parêzer Şihab Îsmaîl ji Rûdawê re wiha got: “Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên YPGê û grûbên îslamî de li her du gundên Yabsê û Sekeriyê li rojavayê bajarê Girê Sipî berdewam dikin.”

Îsmaîl diyar kir ku grûbên çekdar êrîşî malên kurdan li girê Sipî dikin û wan bi kotekî ji malên wan derdixin û gellekan jî digrin.

Şihab Îsmaîl destnîşan kir ku bi sedema van êrîşan kurdên bajêr neçar bûne ku malên xwe bicih bihêlin û berê xwe bidin derveyî bajêr.

Îsmaîl herwiha got ku komîteyek ji rûsipiyên êlan hewla agirbest û lihevhatinekê didin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî derbarê şer pevçûnên li Girê Spî de daxuyaniyek da. YPGê diyar kir ku, çekdarên Cebhet El-Nusra êrîşî  taxê kurdan ên Girê Spî (Til Ebyed) dikin û got ku, YPG᾿ê dê erkê xwe yê parastinê pêk bîne û mudaxele bike. Rêveberiya Meclîsa  Leşkerî ya YPG᾿ê bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya hêzên wan bikin da ku gelê Kurd li seranserî Rojava û Sûriyeyê biparêzin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û bi taybet Kobanê hate kirin ku piştgiriya hêzên YPG᾿ê bikin di parastina kurdên li Girê Spî û gundên wê de li dora YPG᾿ê bibin yek.

Di daxuyaniyê de bang li kom û tabûrên Artêşa Azad jî hate kirin ku beramberî  êrîşan û rijandina xwîna gelê Kurd helwesta xwe zelal bikin û yên ku helwesta xwe zelal nekin, dê şirîkê rijandina xwîna sivîlan be.