Li Silêmaniyê keşeyek û hinek Xiristiyan rojî digrin

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê, ji bo nîşandana peywendiyên xort ên navbera Misilman û Xiristiyanan de, tevî girêdana wan a ligel amadekariyên vê mehê û liberxwekirina cilûbergên ku Misilman li ber xwe dikin, keşeyek û hêjmarek Xiristiyanên Silêmaniyê ligel Misilmanan rojiyê digrin.