PKK: Fermandarekî me canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ragihand ku fermanderekî wan di şerê artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku “Endamê Fermandariya Eyaleta Serhedê Şêxmûs Milazgir” 18ê Hezîranê di şerê bi artêşa Tirkiyê re de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê Şêxmûs Milazgir li herêma Gilîdaxê Agiriyê canê xwe ji dest daye.

Şêxmûs Milazgir xelkê Mûşê ye û navê wî Yilmaz Oner e.

HPGyê da zanîn ku Şêxmûs Milazgir (Yilmaz Oner) sala 1992yan tevî refên gerîlayan bûye.

Li quntara Çiyayê Agiriyê bi beşdariya leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya gotibû ku di şerê Artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de 5 gerîlayan canê xwe ji dest daye.