Li Colemêrgê xebatên paqijkirina berfê hîn jî didomin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê havîn e jî lê xebatên paqijkirina berfê hîn jî didomin.

Tîmên Rêveberiya Şantiyeya Geverê li deverên çiyayî û li devera Golên Cemedê yên Satê ji bo vekirina rêya girtî 25 roj in dixebitin.

Tîm li herêma ku li hinek cihan 8 metre berf heye, ji bo rê vekin bi 3 makîneyên kar di nav şertên dijwar de dixebitin.

Li gorî agahiyan, rê11 kîlometre ye û heta niha bi qasî 7 kîlometreyan hatiye vekirin.