Koçer bi nav hev ketin: 28 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qulpê ya Îdira Bakurê Kurdistanê koçeran bi çekan êrişî hev kir, 28 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, koçer ji ber sedemdeke nediyar ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû wan bi çekan êrişî hev kir.

Di vê pevçûnê de 28 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxanya Dewletê ya Îdirê û hat zanîn ku rewşa wan baş e.

20 kesên ku tev li pevçûnê bûbûn hatin desteserkirin.