Koca: Hejmara miriyên şewata li Mêrdîn û Amedê gihîşt 11 kesan

21-06-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Mêrdîn Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku hejmara kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê de mirine gihiştiye 11 kesan.

Doh şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de agir bi zeviyan ket.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdê 8 gundan belav bûbû.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca derbarê şewatê daxuyanî da.

Koca da zanîn ku di wê şewatê de 11 kesan canê xwe ji dest daye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê herwiha eşkere kir ku ji ber şewatê 78 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst