Bîlançoya cejnê: 7 kes xeniqîn
Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê ragihand ku di 4 rojên Cejna Qurbanê de 404 bûyer çêbûne û 7 kes xeniqîne û 348 kes bûyerên şewatê jî pêk hatine.
Rêveberiya Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê amarên bûyerên Cejna Qurbanê belav kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku plana parastina can û malê xelkê di rojên Cejna Qurbanê de hatiye bicihanîn.
Li parêzgeha Silêmaniyê 2 kes, li Zaxoyê 2 kes, kesek li Soranê û 2 kes li Germiyanê xeniqîne.
Li gorî daxuyaniyê amarên bûyeran wiha ne:
- Bi giştî 404 bûyer pêk hatine
- 348 bûyerên şewatê çêbûne
- 7 kes di av û çeman de xeniqîne
- 5 kes ji xeniqînê hatine rizgarkirin
- Kesek li Soranê ji çiya ketiye û canê xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Saziya Dadî ya Soranê ye.