Şewata li Mêrdîn û Amedê: Parêzgar daxuyanî da

21-06-2024
Nîşan Amed Mêrdîn Şewat Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke gelekî mezin derket.

Li navbera Çinar û Çemrexê agir bi firêzeyan ket û di demeke gelekî kurt de belav bû.

Şewat heta niha jî berdewam dike û tîmên agirvemirandinê hewl didin ku şewatê vemirînin.

Parêzgar daxuyanî da

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su ragihand ku di şewatê de 2 şivanan canê xwe ji dest daye û birîndarek jî li nexweşxaneyê miriye.

Li gorî agahiyên ku Alî Îhsan Su dane, 5 birîndar jî hene.

Parêzgarê Amedê diyar kir ku şewat li qadeke gelekî berfireh belav bûye û berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst