Keça 16 ya ku ji aliyê zavayê xwe ve hatibû birîndarkirin canê xwe ji dest da

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Dilvîn Remezan Evîn Remezan Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê duh kesekî bi ser mala xezûrê xwe de girt, hevjîna xwe kuşt û dişa xwe ya 16 salî jî birîndar kir. Keça 16 salî jî li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Di 20ê Hezîrana 2023yan de ciwanê bi navê Heryad R.Y. ku nikaribû hevjîna xwe îkna bike bi kalaşnîkovê bi ser mala xezûrê xwe de girt û hevjîna xwe ya bi navê Evîn Remezan a 20 salî kuşt û dişa xwe ya bi navê Dilvîn Remezan a 16 salî kî birîndar kir.

Dilvîn Remezan a ku bi 4 guleyan giran birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Keça 16 salî tevî hemû hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Asayîşa Hewlêrê ragihand ku Heryad R. Y. duh tevî çekê xwe radestî hêzên ewlehiyê bû.

Remezan Ezîz bavê keça kuştî di derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û wiha got “Du şev berê keça min bi xweşî anî. Duh bi şev jî hat got `Evîn rabe em herin.` Evîn jî got `Bavo min neşîne, dê min bikuje. Min jî ji zavê xwe re got bila îşev neyê, sibe bê. Min telefonî bavê zavê xwe kir û min jê re got pirsgirêkên vana hene. Wî jî got `Kurê min here ez dê çareser bikim.` Diyar e kurê wî neçûye mala xwe û çûbû çekek peyda kiribû. Hatiye û diyar e derî vekirîbûye û keçên min jî li hewşê rûniştibûn û teqe li wan kiribû. Bavê zavê min jî agahiya min pêxist û got `Keko kurê min bi çekê hat, derî lê venekin.”

Herwiha Remezan Ezîz da zanîn ku keça wî û Heryad R. Y. 4 meh berê zewicîne û wiha berdewam kir “Keça min got ku hevjînê wê yekî pir bi hêrs e û careke din venagere. Pir ji wî ditirsiya. Gelek caran gefa kuştinê lê xwaribû.”

Li gorî Asayîşa Hewlêrê, tohmetbar Heryad R. Y. xwe radest kiriye û hevalê wî yê ku çek daye jî hatiye girtin û bo dadgehê hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst