Encûmena Wezîran a Kurdistanê: Em her rêkareke cudakariya li dijî Herêma Kurdistanê red dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand ku wan li hemberî hikûmeta Iraqê pabendiyên xwe yên destûrî bicih anîne û her cure rêkareke cudaxwaz li dijî Herêma Kurdistanê red dikin.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, Îro Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya û di civînê de behsa pêşhatên derbarê pejirandina bûdceya federalî û bandorên vê li ser Herêma Kurdistanê kir.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê tekez dike ku Herêma Kurdistanê tevahiya erk û berpirsiyartiyên xwe di çarçoveya destûr û rêkeftinên ku hatine îmzekirin cîbicî kiriye lê ji derveya destûr û rêkeftinan destkariya babetên têkildar bi maf û şayîsteyên darayî hatiye kirin ku, di warê destûrî de ti guhertinek di rêkeftina navbera herêmê û hikûmeta federalî ji warê destûrî û qanûnî de rê pê hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, Encûmena Wezîran ji Hikûmeta Federal daxwazê dike ku di dema cîbicîkirina birge û madeyên budceyê de piştî ketina warê cîbicîkirinê, her wek Serokwezîra Iraqê soz daye, pêdaçûnê bike bi birge û madeyên hemwarkirî ku çiqas ligel karnameya Hikûmeta Federal digunce û çiqas şayanê cîbicîkirinê ne û divê mekanîzmaya guncaw bi arasteya dayîna mafên Herêma Kurdistanî were danîn.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dibêje: “Em her rêkarekî cudakarî li dijî Herêma Kurdistanê red dikin, çimkî Herêm pabendiyên xwe yên destûrî bi cih aniye û ti bihane û hincet jî ji bo her rêkarekî cudakariya li hember Herêma Kurdistanê nemaye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku di civînê de li ser çalakirina Lijneya Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê li Encûmena Wezîran a Federal û cîbicîkirina biryara hejmara 29 a sala 2012an a li ser hilweşandina biryarên Lijneya Karûbarên Bakur a taybet bi zeviyên çandiniyê yên Kerkûkê gotûbêj hat kirin û dibêje: “Encûmena Wezîran pêşwazî li biryara çalakkirina Lijneya Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê dike û destxweşiyê li nivîsa herî dawî ya lijneyê dike bo Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ji bo hilweşandina biryara kujandina zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmen û ragirtina nûkirina girêbesta çandiniyê ji bo hawirdekiriyan. Lê belê ji vê girîngtir, cîbicîkirina van biryaran bi pratîkî û ragirtina bilez hemû wan nerewayiyên ku li hember cotkarên Kurd û Tirkmen ên li wê navçeyê têne kirin, ku ti bingeheke wê ya yasayî û destûrî tune ye.”