Li Rihayê 2 malbatan bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşar a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 malbatan bi çekan şerê hev kirin. Di şer de 6 kes birîndar bûn û birîna yekî ji wan giran e.

Li gor zanyariyan îro Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an li taxeke navçeya Wêranşerê di navbera endamên du malbatên ku berê di navbera wan de alozî hebû, nîqaş derket.

Piştî demekê endamên her du malbatan bi çek, dar û keviran şerê hev kirin.

Di encama şer û pevçûna her du malbatan de 6 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê li ser bûyerê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.