Rêveberiya Xweser nerazîbûn li hemberî Rûsyayê nîşan da: Em tohmetan red dikin

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rûsya Mikhail Bogdanov Astana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn li hemberî gotinên Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mikhail Bogdanov nîşan da ku gotibû “Hêzên Amerîkayê, li dijî yekitiya xaka Sûriyê piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser a Kurdan”.

Li paytexa Kazaxistanê bajarê Astanayê cara 20mîn cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê bo dema du rojan li ser krîza Sûriyê civiyan. Nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Iraq, Urdin û Lubnan jî beşdar bûn.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mikhail Bogdanov li Astanayê îdia kir ku Amerîka guh nade çareserkirina “pirsgirêka Kurdên li Sûriyê  û nahêle Kurd bi Şamê re dan û standinan bikin.”

Mikhail Bogdanov herwiha got: “Hêzên Amerîkayê destekê didin Rêveberiya Xweser a Kurdan a ku li dijî yekitiya xaka Sûriyeyê ye. Ev yek qet nayê qebûlkirin.”

Li ser gotinên Bogdanov Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi rêya daxuyaniyek nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Rûsya baş dizane ku Hikûmeta Sûriyê ji bo diyalog û guhertinê ne amade ye. Em ji berê ve ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne, di nav de jî bi Hikûmeta Şamê re.”

Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser tekez dike ku biryara Rêveberiya Xweser di destê wê de ye, tu bandora aliyên navdewletî li ser biryarên wê nîne.

Di daxuyaniya xwe de Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser dibêje: “Em hêvî dikin Rûsya di diyaloga bi hikûmeta Şamê re roleke erênî bilîze, lê rêveberiyê bi tiştên bêbingeh sûcdar dike, îdiayên bêbingeh weke kozeke siyasî bi kar tîne. Ev daxuyaniyên Rûsyayê rewatiyê dide êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rêveberiya Xweser.”

Em îdiayên Wezareta Derve ya Rûsyayê red dikin ji ber ku ew ji rastiyên rewşê dûr in. Çend saet beriya civîna Astanayê dayîna daxuyaniyê ji bo me gumanan çêdike. Ev daxuyanî di çarçoveya dilxweşkirina aliyên din ên Astanayê û dijberiya Rêveberiya Xweser de ye.

Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser herwiha amaje bi wê yekê dike Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo razîkirina hinek aliyên dijatiya Rêveberiya Xweser dikin, wan daxuyaniyan dide û dibêje: “Em îdiayên Wezareta Derve ya Rûsyayê red dikin ji ber ku ew ji rewşa rastiyê dûr in. Çend saet beriya civîna Astanayê dayîna daxuyaniyê ji bo me gumanan çêdike. Ev daxuyanî di çarçoveya dilxweşkirina aliyên din ên Astanayê û dijberiya Rêveberiya Xweser de ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst