PSKê bang li desthilatê û PKKê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya piştî civîna Encûmena Partiyê de got, “Deshilat lazim e siyaseta dijayetiya Kurd berde, jibo çareseriya pirsgirêka Kurd dest ji siyaseta şer û înkarê berde. Deshilata ku behsa çêkirina destûreke nû ya bingehîn dike, berî her tiştekî gotinên xwe yê êrîşkar û duberekiyê lazim e bihêle, rewşê asayî bike. Her wiha PKK lazim e destan ji şerê çekdarî berde ku asteng e li ber xebata legal û demokratik a gelê Kurd, rê bide pêvajoya xebata demokratîk.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 17-18ê Hezîrana 2023an de li Amed a Bakurê Kurdistanê Civîna Berfireh a Encûmena Partiyê li dar xist.

PSKê destnîşan kir ku di civînê de li ser hilbijartinên Serokkomarî û Parlamentoyê û encamên hilbijartinê nirxandinên nav partiyê hatin kirin.

PSKê piştî Civîna Berfireh a Encûmena Partiyê daxuyaniyek belav kir û got:

Tirkiyê di rewşekê krîza aborî û hiqûqî de, li hember gelê Kurd êrîş û zextên giran pêkhatî û rizyanek bê hed ya civakî da hilbijartinên 14ê Gulanê pêkanî.

Hevpeymaniya Bereyê Komar di hilbijartinên ku dijayetiya Kurdan wek politikayeke bingehîn dabû pêşiya xwe li parlemanê piraniya kursiyan bidestve anî, Tayyip Erdogan jî di 28ê Gulanê ku gera 2a hilbijartinê de wek Serokkomar hate hilbijartin.

“Kiliçdaroglu ji ber ku di meseleya Kurd de gavên wêrek bavêje di hilbijartinê da biser neket”

Bi qewlê dubare vegerana ji bo Sistema Parlemaniyê Bereyê Millet û namzetê wê Kemal Kiliçdaroglu ji ber ku neşiya xwe ji bazneya nijadperestiyê rizgar bike û di meseleya Kurd de gavên wêrek bavêje di hilbijartinê da biser neket.

Di serî da gelê Kurd beşek berçav a civakê ku li benda guherînê di warê demokrasi û asayîbûna rewşê de bûn û bi vê mebestê piştgirî dabûn Kemal Kiliçdaroglu lê ev daxwaza wan pêk nehat.

“Peyrewkirina siyaseta Tirkiyeyibûnê nasnameya HDPê nediyar kiriye”

Ji 2015an ve dengê HDP/PÇK(Partiya Çap a Kesk) kêm dibû û di hilbijartinên 14ê Gulanê da hêj daketin. HDP/PÇK hebûn û hêza xwe ji têkoşana gelê Kurd û pişgiriya wê distend, peyrewkirina siyaseta Tirkiyeyibûnê nasnameya wê nediyar kiriye, ji daxwazên bingehîn ên gelê Kurd dûr kiriye. Şerê Xendek û kolanan ên 2015an di nav civaka Kurdan da bû sedema travmayeke kûr û gel ji siyasetê sar kir.

HDP, li gor siyaseta xwe ya Tirkiyeyîbûnê di politikayên xwe yên hevpeymaniyê de pêşî daye derdorên Çepên Tirkan, tifaqa ligel hêzên siyasi yên Kurdan jî kiriye rêza didûyê. Ev rewş di nava Kurdan da bû cihê nerazîbûn û bertekên tûnd û dengdanê kêmkirin.

Di pêvajoya hilbijartinên 14ê Gulanê de wek PSK ku di avakirina Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd de me cih girtî pêşiyê di nava gel da hêvî û kelecanek peyda kiribû ji ber wê siyaseta HDPê lawaz bû. Daxwazên bingehîn ên gelê Kurd ku tifaqê bi deklerasyonê belav kiribû bi astê hêvî jê dihate kirin di nava gel da cih negirt.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan, wek berê di hilbijartinên 14ê Gulanê yên Serokkomariyê de jî bi hizreke stratejik, li gor daxwaza guherîn û demokrasiyê dengê xwe da. Helwesta gelê Kurd a derbarê hilbijartina Serokkomariyê nîşandayî siyaseta me rast derxist.

Partiya me di hilbijartinên Parlementoyê de jî bi heman hizrê ji bo daxwazên bingehîn ên gelê Kurd di nava civakê de bicih bike tişta ji dest hatî kiriye.

Rewşa siyasî ya piştî hilbijartinên 14-28ê Gulanê derketiye meydanê nîşan dide ku qeyrana aborî û civakî dê kûrtir bibe, di warê çareseriya meseleya Kurd de şert û mercên girantir û deshilateke otorîter û keyfî bo demek din dê berdewam be.

“Bi zor, haşatî û rêbazên ne serdemiyane pirsgirêk çareser nabin”

Tecrûbeyên bi sedan sal nîşan daye; bi zor, haşatî û rêbazên ne serdemiyane pirsgirêk çareser nabin. Serbarê wan hêmî zilm û zorî, komkujî û kiryarên bê hiqûqî neşiyaye îradeya gelê kurd ya jiyaneke azad û daxwazên civakê yên ji bo demokrasi û jiyana bi rûmet ji holê rake. Bi sedan sal e gelê Kurd li ber xwe daye, ji niha û pê ve jî dê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bike.

Mafê gele Kurd e li ser axa xwe Kurdistanê bi rûmet û azad bijî. Ev maf û daxwazeke rewa ye. Perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna wê pêdiviya hiquqa gerdûnî ye. Naskirina pêneseya Kurdî û desteberkirina wê di Destûra Bingehîn de şertê esasî ye. Gelê Kurd bi biryar e ku hemê mafên xwe yên neteweyî bistîne.

“Hevkarî û tifaqa hêzên neteweyî yên Kurd ji her demekê ferztir bûye”

Di vê çarçoveyê da hevkarî û tifaqa hêzên neteweyî yên Kurd ji her demekê ferztir bûye. Azadiya gelê Kurd bi tifaq û hevkariya berfireh a hêzên neteweyî yên mumkîn e. Ev hem erkeke dîrokî hem jî acîl e.

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê ji bo pêkhatina tifaqeke neteweyî bi berpirsyariya xwe ya dîrokî dê berdewam be. Ew tifaqa di pêvajoya hilbijartinên 14ê Gulanê de bi navê Tifaqa Azadî û Demokrasiya Kurd me pêk anî em dê ji nû ve binirxînin, ji bo tifaq/hevkariyeke berfireh û encam wergir em dê xebatên xwe yên piralî bidomînin.

Partiya me wek duh ji îro pê ve jî dê mil bide xebatên ji bo demokrasi û guherînê ligel hemû aliyên siyasî ku vê armancê didine ber xwe em dê hewlên diyalog û hevkariyê berdewam bikin.

Careke din em dixwazin bêjin heta gelê Kurd negihêje azadiya xwe ji bo gelê Tirk ne nan, ne jî demokrasi heye.

Rûya demokrasi û aştiya Tirkiyê di azadiya gelê Kurd da derbas dibe. Politikayên zext û haşatiyê rêya xetimiyê ye.

“PKK lazim e destan ji şerê çekdarî berde”

Deshilat lazim e siyaseta dijayetiya Kurd berde, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dest ji siyaseta şer û înkarê berde. Deshilata behsê çêkirina destûreke nû ya bingehîn dike, berî her tiştekê gotinên xwe yê êrîşkar û duberekiyê lazim e bihêle, rewşê asayî bike.

Her wiha PKK lazim e destan ji şerê çekdarî berde ku asteng e li ber xebata legal û demokratik a gelê Kurd, rê bide pêvajoya xebata demokratik.