Li Sineyê Kurdek hat darvekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyekî Kurd bi tohmeta “kuştina endamekî Supaya Pasdaran” li Girtîgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê hat darvekirin.
Hêmin Mistefayî yê 34 salî yê ji gundê Kanî Dinar ê Merîwanê îro Çarşemê danê sibehê li Girtîgeha Navendî ya Sineyê hat darvekirin.
Hêmin Mistefayî berî du rojan ji bo hucreya takekesî hatibû veguhestin û şeva borî hejmarek welatî û çalakvan li ber deriyê girtîgehê kom bûn û daxwaz kirin ku cezayê wî neyê cîbicîkirin.
Hêmin Mistefayî di 1ê Adara 2013an de bi tohmeta “kuştina endamekî Supaya Pasdaran” hatibû desteserkirin û Dadgeha Sineyê cezaya darvekirinê dabû wî.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de herî kêm 307 kes hatine darvekirin ku li gorî heman dema sala borî ji sedî 75 zêde bûye.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk roja Duşemê 19ê Hezîrana 2023an di gotara xwe ya vekirina 53. Civîna Encûmena Mafên Mirovan a NYê de rexne li zêdebûna hejmara darvekirinan li Îranê kir.