Amed: Xortek 11 roj in wenda ye

21-06-2023
Nîşan Amed Wendabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê xortekî 16 salî 11 roj in wenda ye û malbata wî dibêje heta niha ti agahî jê nînin.

Li Amedê 11ê Hezîrana 2023an Muhammed Furkan Cancan ê 16 salî ji bo ku biçe hevalên xwe bibîne ji mal derketiye û careke din venegeriyaye.

Dayika wî Halîme Cancan dibêje roja 11ê Hezîranê kurê wê gotiye ew dê biçe ber derî hevalekî xwe bibîne û were lê kurê wê venegeriyaye.

Halîme Cancan her wiha diyar kir ku heman rojê di demjimêr 22:00an de telefona lawê xwe kiriye telefona wî lê dayê lê bersiv nehatiye dayîn.

Piştî wê bi demjimêrekê malbatê dest bi lêgerîna kurê xwe kiriye. Zanîne ku kurê wan neçûye cem hevalê xwe. Piştî wê polîs ji rewşê agahdar kirine lê tevî derbasbûna 11 rojan heta niha Muhammed Furkan Cancan wenda ye û ti agahî jê nînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst