Li Mûşê çandina zebeşan nû dest pê kir

21-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mûş Çandina Zebeşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê nêzîka 200 cotkar li ser rûberê 20 hezar dekar zevî zebeşan diçînin û ew li bendê ne 110 hezar ton zebeş berhem bê.

Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Mûşê ragihandiye ku cotkarên Mûşê û cotkarên ji parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî di nav de bi giştî 200 cotkaran li Mûşê, li ser rûbera 20 hektar zevî dest bi çandina zebeşan kirine. Cotkar li bendê ne îsal 110 hezar ton zebeş berhem bidest bixin.

Zebeşên Mûşê xwedî girîngiyeke taybat in; li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî zebeş di bazarê de kêm dibin û berhemê navçeyên din namîne zebeşên Mûşê nû digihin û dikevin bazarê. Ji axa Mûşê ya bi bereket ji donimek zevî nêzîka 7,5 ton zebeş tên berhemanîn.

Cotkar dibêjin, ew çaverê dikin berhemê wan ê îsal nêzîka 440 milyar lîre dahat bîne bo wê parêzgehê. Zebeşên Mûşê ne tenê li bazarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê firotin herwiha hinardeyî Rusya û Gurcistanê jî tên kirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst