Li Dîlokê ji bo girtina qurbanên direvin tîmekî 20 kesî hatiye pêkanîn

21-06-2023
Ferdî Sak
Rahênana tîma Şaredariya Dîlokê ya ji bo girtina qurbanên ku direvin. Wêne: AA
Rahênana tîma Şaredariya Dîlokê ya ji bo girtina qurbanên ku direvin. Wêne: AA
Nîşan Dîlok Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di her Cejna Qurbanê de dîmenên reva ajelên ku ji bo qurbanê hatine amadekirin li parêzgehên Bakurê Kurdistanê dubare dibin. Îsal ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê, Şaredariya Dîlokê tîmekî profesyonel amade kiriye daku qurbanên direvin careke din bigirin û radestî welatiyan bikin.

Ajelên qurbanê ji bo xwe ji devê kêrê rizgar bikin dikevin nav tax û kolanan û direvin. Welatî jî li pey wan diçin daku wan bigirin, lê vê carê Şaredariya Dîlokê çareseriyek ji wê pirsgirêkê re dîtiye.

Şaredariya Dîlokê tîmekî profesyonel amade kiriye daku qurbanên direvin careke din bigirin û radestî welatiyan bikin.

Serokê Daîreya Parastina Jiyana Xwezayî, Celal Ozsoyler dibêje: “Wek her sal me îsal jî  bo girtina golikên direvin tîmek pêkanî. Ev tîma me derdora 20 kesî ye. Dema welatî li hejmara şaredariyê ya 153 geriyan, ev agahî dê li ser malpera me ya înternetê diyar bibe. Hevalên me jî dê biçin golikên welatiyan bigirin û radestî wan bikin.”

Ev tîm derdora 20 rojan perwerdeyê dibînin. Bi teknîk û rêbazên cuda fêrî girtina qurbanên reviyayî dibin.

Beşek ji veterînaran jî di vê tîmê de cîh digirin.

Celal Ozsoyler, Serokê Daîreya Parastina Jiyana Xwezayî derbarê perwerdeya endamên tîmê de wiha dibêje: “Hevalên me perwerdeya fizîkî dibînin. Di heman demê de li vê derê li bexçeyê me yê ajelan golik hene. Ji bo girtina van ajelan ben û tifingên me yên anesteziyê hene. Eger bi ben neyê girtin û golik dûr be û rê nede ku tîm xwe nêzîk bikin, dê bi tifinga anesteziyê bê bêhişkirin û radestî welatiyan bê kirin.”

Ev tîma 20 kesî her çar rojên cejnê li ser kar e. Welatiyên ku qurbanê wan reviyan, dikarin peywendiyê bi hejmara 153 bikin daku tîm qurbanên wan careke din bo wan bigirin.

Ev xizmet bê beramber e û Şardariya Dîlokê cejna borî ya Qurbanê jî 62 golikên reviyayî girtibûn û radestî xwediyên wan kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst