Rêveberiya Xweser 6 jin û 16 zarokên DAIŞê radestî Belçîkayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser roja Duşemê 6 jinên Belçîkayî û 16 zarokên malbatên DAIŞê radestî hikûmeta Belçîkayê kir.

Piştî ku şandeke Wezareta Derve ya Belcîkayê ya bi serokatiya Balyozê Belcîkayê yê li Lubananê Hubert Cooreman Serdana Rojavayê Kurdistanê kir ev biryar hat.

Desthilatdarên dadwerî yên Belçîkayê roja Sêşemê gotin ku wan şeş jin bi 16 zarokên Belçîkayî vegerandine welatê wan ku li Sûriyê girtîbûn.

Şanda Belcîkayê ya bi serokatiya Hubert Coorman serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Di civînê de behsa gefên Tirkiyê, rewşa koçberan li kampên Rêveberiyê, metirsiyên DAIŞê û çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryara 2254 a Encûmena Ewlekariya Navdewletî hate kirin.

Li dawiyê jî, Desteya Peywendiyên Derve li rojavayê Kurdistanê 6 jin û 16 zarokên çekdarên DAIŞê yên Belcîkî radestî şanda Belcîka kirin.