Duhok; Fermanberekî 290 milyon dînar pereyê welatiyan dizî

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Belavkirina Elektirîka Duhokê ragihand, fermanberekî wê saziyê 290 milyon dînar pereyê welatiyan dizîne, lê ew fermanber hatiye girtin û dê di rêyên qanûnî re ew pere jê bê standin.

Li gor zanyariyan, wî fermanberê karebê, di 2 mehan de, 290 milyon û  871 hezar dînar pareyê kehreba xelkê jê wergirtiye lê deynên elektirîka wan li nav sîstemî jê nebirine.

Rêveberê Rêveberiya Belavkirina Elektirîka Duhokê, Heval Hesen îro Sêşembê 21ê Hezîrana 2022an ji Rûdawê re ragihand, piştî ku hin welatiyan gilî kirine ku pereyê elektirîkê dane lê bo heyva piştî wê careke din heman pere bo wan hatiye, wan dest bi lîkolînê kir.

Heval Hesen got, piştî destpêkirina lêkolînê, di 15ê Hezîranê de fermanberekê Rêveberiya Belavkirina Elektirîkê li Duhokê îtîraf kir ku di nava du mehan de 290 milyon û 871 hezar dînar pereyên xelkê yên elektirîkê wergirtiye, lê ji hesabê wan kêm nekiriye.

Rêveberê Belavkirina Elektirîka Duhokê herwiha got, pereyê ti kesî ji kîs naçe, em dê lêkolînê bikin, kîjan hemwelatî pere dabin û belge li cem hebin, em dê pere ji hesabê wan kêm bikin. Hikûemt jî di rêya qanûnê re dê serederiyê li gel tohmetbar dike.

Bi gotina Rêveberê Belavkirina Elektirîka Duhokê, niha ew fermnabere hatiye girtin û li girtîgeha Çaksaziya Zirka ye, li gor yasayê dê serederî pê re bê kirin.

Heval Hesen da zanîn, kesê tohmetbar ji me re gotiye ku wî pere xerc kirine, lê belê ew dê bi rêya qanûnê wî pereyî werbigrin.

Bi gotina Heval Hesen, niha ew dosye li dadgehê ye û li bendê ne ku dadgeh biryarê bide ka çawa pere jê bê wergirtin.

Wî rayedarê Duhokê destnîşan kir, di demên dawiyê de piştî kêmkirina nirxê elektirîkê bi rêjeya %15, gelek welatiyan pereyê elektirîka xwe dan.