VIDEO - Fermandarekî PKKê xwe radestî hêzên Pêşmerge kir

21-06-2021
RÛDAW
Fermandarekî PKKê xwe radestî hêzên Pêşmerge kir
Fermandarekî PKKê xwe radestî hêzên Pêşmerge kir
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îbrahîm Reîsî Fermandarê PKKê Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî pilebilind ê PKKê bi navê Înan Ehmed Mîrza bi nasnavê Ozgur Jiyanda, ji bo ku şerê pêşmergeyan neke, ji nav refên gerîla veqetiya. Encumena Asayîşa Herema Kurdistanê jî vîdeoya wî fermandarî belav kiriye û ragihandiye wî fermandarî piştî “xweradestkirine” zanyariyên di derbarê şehîdkirina 5 Pêşmergeyên ku li Çiyayê Metîn şehîd bûbûn aşkere dike.

Di vê vîdeoya ku Encûmena Asayîşa Herema Kurdistanê belav kiriye, Fermanderê PKKê Înan Ehmed Mîrza Çelîk dibêje “Li gorî zanyariyên min, biryara terorkirina şehîd Xazî (çend kesên din di asta bilind a PKKê de biryar lê hatibû dayîn. Ev jî biryar bû ev kesên ku tên diyarkirin, di destpêkê de bêne haydarkirin paşê bên tirsandin, eger na bên jinavbirin.”

Li gor vîdeoya ku hatiye belavkirin Ozgur Jiyanda Fermandarê PKKê dibêje di 9ê Hezîrana 21an de ji refên PKKê qetiyaye û li devera Metîna xwe sparte hêzên Pêşmerge kiriye.

Ozgur Jiyanda di vê vîdeoyê de dibêje ew di sala 2008an de peywendî bi refên PKKê re kiriye û dibêje “Heta sala 2010an ez çekdarê asayî yê PKKê bûm. Ji sala 2010 heta 2011an min pileya fermandariya tîmê wergirt. Ji sala 2011an heta 2013an pileyê min hate bilindkirin, bûm fermandarê tîmê. Ji sala 2013an heta 2016an pileyê min dîsa hate berzkirin û bûm serliq. Di sala 2016an de ez hatim herema Kurdistanê. Ji sala 2017an heta 2018an jî erkê fermandariya akademiya biranşan min wergirt. Ji sala 2018an heta 2020an jî pileya min hat bilinkirin û bûm fermandarê cepheyê. Di nav PKKê de pileya min ya herî dawî ez fermandarê cepheya Metînayê bûm.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst