Tirkiye: Yekîneyên komando yên nû derbasî sînor bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku wan ji bo piştevaniya operasyona bi navê “Çengê Piling” yekîneyên komando yên nû bo nav axa Başûrê Kurdistanê şandine.

Piştî ku 17ê HezîranêTirkiyê operasyonek bi navê Çengê Pilinc bo ser pêgehên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêkanî, artêş Tikriyê êrîşa bejayî bo ser pêgehên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê û bi taybet li Heftenînê destpê kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku yekîneyên komando yên nû bo beşdarkirina operasyonan bo nav axa Başûrê Kurdistanê şandine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha dîmenên ku dema leşkerîn wî welatî xwe ji operasyonê re amade dikin jî belav kiriye.

Pêştir Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû şeva 16 li ser 17 vê mehê , leşkerên wan di çarçova ‘operasyona ‘Pençe Piling’ de derbasî herêma Heftenînê bûne.